-î
Xuyakirin
Paşgir
[biguhêre]-î
- Paşgirek e pê navdêr ji rengdêran tên çêkirin.
- qencî (qenc+î), xirabî (xirab+î), sorî (sor+î)
- Paşgirek e pê rengdêr ji navdêran tên çêkirin.
- avî (av+î), bajarî (bajar+î), zîvî (zîv+î)
- Paşgirek e pê formên tewandî yên navdêrên zayendnêr ji formên wan yên netewandî tên çêkirin.
- gundî (< gund+î): Ez çûm nav gundî.
- Hesenî: Hesenî av da me.
- Paşgira kesî li gel cînavê duyem yê yekhejmar (tu).
- dibêjî (tu dibêjî), dixwî (tu dixwî)
- Paşgira rehê demên borî yê piraniya lêkerên negerguhêz:
- -rizî-, -kelî-, -gerî- (bidin ber rehê demên neborî -riz-, -kel-, -ger-)
- Paşgira rehê demên borî yê hinek lêkerên gerguhêz:
- -zanî, -birî- (-birrî-), -kirî- (-kirrî-) (bidin ber rehê demên neborî -zan-, -bir- (-birr-), -kir- (-kirr-))
- Paşgirek e pê navên zimanan ji navên gelan tên çêkirin.
- kurdî (kurd+î), erebî (ereb+î), îngilîzî (inglîz+î)
- (ya/yê/yên) wê/wî:
- serî (serê wê/wî), destî (destê wî/wê)
- (devokî) paşgira kesî li gel cînavê duyem yê yekhejmar (ew)
- ew dibêjî (ew dibêje)
Têkildar
[biguhêre]Bi alfabeyên din
[biguhêre]Bide ber
[biguhêre]Binêre herwiha
[biguhêre]Jê
[biguhêre]Etîmolojî
[biguhêre]- 1. Tu ... -î
- Ji proto-hindûewropî *h₁ésti (ji *h₁es-), proto-îranî esî, hevreha î, yî û -yî yên kurmancî, ـی (-î), soranî ـی (-î), pehlewî û partî -êh, ermenî ես (es), slaviya kevn єси (êsi), latînî es (fransî es), lîtwanî esi... Herwiha -im, -e û -in jî ji heman rehê *h₁es- yê proto-hindûewropî ne. Bo guherîna S bi H binêrin heft û bo ketina H ji dawiya peyvê bidin ber fireh / fire, kurmancî deh û soranî de.
- 2. çêkirina rengdêran ji navdêran
- Ji zimanên îranî, hevreha soranî ـی (-î), farisî ـی (-î), pehlewî -îg, belkî hemû ji proto-hindûewropî *-ikos, hevreha sanskrîtî कस (-kas), slavoniya kevn -ъkъ (-iki), latînî -icus, îngilîziya kevn -ig, îngilîzî -y.
- 3. paşgira çemandinê
Hevreha -ê, soranî ـی (-î), ـی (-i), pehlewî -ê, farisiya kevn -ehye, avestayî -ehie ji zimanên îranî.
Werger
[biguhêre]- Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
- Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
Paşgira kesê duyem yê yekhejmar li gel lêkeran
- Almanî: -st
- Çekî: -eš, -íš, -áš
- Fînî: -t → fi
- Fransî: -es → fr ; -is → fr ; -s → fr
- Holendî: -t → nl
- Îngilîzî: -est → en
- Îrlendî: -air, -ir, -aír, -ír
- Îtalî: -i → it and mê verbs and for those mê verbs that don't take mê}}
- Latînî: -as, -es, -is, -s
- Mecarî: -sz, -d → hu, -l → hu
- Polonî: -esz, -isz, -ysz, -asz
- Portugalî: -as → pt, -es → pt
- Romanyayî: -i, -ezi, -ești
- Rusî: -ешь (-ešʹ), -ёшь (-jóšʹ), -ишь (-išʹ), -ашь (-ašʹ)
- Spanî: -as → es, -es → es
- Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
Paşgir
[biguhêre]-î