Keywan
Keywan an Satûrn yek ji gerstêrkên (exterên) roj a me ye.
Ji aliyê dûrbûna bi rojê re 6emîn û ji aliyê mezinbûnê ve jî 2emîn gerstêrk a roja me ye. Ew jî wekî Berçîsê pirranî ji Helium û Hidrogenê pêk tê. Satûrn bi xelekên xwe tên nasîn. Mirov dikarê Satûrnê bi çavan temaşebike. Helekên Satûrnê di dûrbuna ji rûyê wê 67.000 km heya 480.000 km´yê de ne. Herçendî ewqas berfireh in jî stûriya wan ango bera wan bi qasî 100 m yê ne. Xelek ji geranokên ku ekvatora wan ji 1 cm heya 10 cm yê ne pêk tên. Ango wekî toz û xişrûgê ne. Heya niha 47 heyvên Satûrnê hatine keşfkirin. Gelek agahî derbarê sîstema xelekên Satûrnê û heyvên (peykên) wê de nîne.
Li rûyê Keywanê bahozên ku leza wan digihêjin 1800 km/kat´î hene.
Agahiyên Keywanê
- Kişandina exterê: 8,96 m/s²
- Kalîbreya ekvatora exterê: 120.536 km.
- Dûrbûn ji erdê: 1.658.500.000 km.
- Hevrêzbûn bi erdê re: 378,09 Roja Erdê
- Sala Keywanê: 10.755,7 Roja erdê, 29,4 Sala Erdê
- Germahî kêm-zêde: 95 K
Şablon:Link FA Şablon:Link FA Şablon:Link FA Şablon:Link FA Şablon:Link FA Şablon:Link FA Şablon:Link FA Şablon:Link FA