Stêrnas
Xuyakirin
(Ji Astronom hat beralîkirin)
Stêrnas an jî Astronom, Ew zanistvan in ko li ser stêrnasiyê anko astronomiyê dixebitin. Ew li ser stêr, heyv, roj û bûnewerên dî yên esmanî yên derveyî goka Erdî lêkolînan dikin. Lêkolînên wan an li Çavdêrîxane dihên kirin û lêkolînên ezmûnî û kiryarkî ne (stêrnasiya stêrvangehanî), an jî bi awayekê ramanî anko teorîk in (stêrnasîya ramanî).
Koka peyvê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Peyva "stêrnas" ji stêr û nas tê. Paşgira -nasî di kurdî de tê wateya zanistê yan pisporiyê.
Peyva "astronom" ji peyvên yewnanî ástron (stêr) û nómos (dad) pêk hatiye.
Stêrnasên navdar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Talês BZ 624 – 546
- Arşîmed (Bz) yê yewnanî.
- Dînewerî (820-896) stêrnasê kurd
- Bîrûnî (973-1048) yê Fars.
- Galileo Galilei (1564-1642) stêrnasê Italî
- Omer Xeyam (1048-1123) yê Fars.