Wîkîferheng:Derbar
Amar / statîstîk | ||
Hejmara rûpelan | 1.100.854 | |
Hejmara nivîsaran | 1.004.630 | |
Hejmara dosyeyan | 15 | |
Hejmara guherandinan | 6.029.102 | |
Hejmara lênerînan | ||
Hejmara bikarhêneran | 13.047 | |
Hejmara bikarhênerên çalak | 40 | |
Hejmara koman:bot | 25 | |
Hejmara koman:rêveber | 7 | |
Hejmara koman:burokrat | 0 |
Wîkîferheng ferhengek azad a li ser înternetê ya pirzimanî ye. Wîkîferheng, ferhengeke kurdî - kurdî ye û yek ji projeyên Weqfa Wîkîmedyayê ye. Projeya Wîkîferhengê bi zimanê kurdî di 2ê gulanê 2004an de hatiye avakirin.
Wîkîferheng ku wekî projeyek temamker a Wîkîpediyayê hatiye tesewirkirin, ne wekî ferhengên din e. Tê de peyv bi mane, gramer û etîmolojiya wan tên îzahkirin. Di ferhengê de wergerên bi zimanên din jî hene. Meqseda me ne tenê îzahjirina maneya peyvan e, tevî maneya peyvan agahiyên gramerê, etîmolojî, şîrove, telafûz, hevmane, dijmane, peyvên eleqedar, notên bikaranînê û hwd. jî cih digirin.
Wîkîferheng wekî projeyên din ê Weqfa Wîkîmedyayê, wîkîyek e û her kes kare beşdar bibe, gotaran çêbike û guherandinan bike. Lê berî hûn guhertinan bikin, di Destpêkê de qismê Alîkariyê û Alîkarî:Nivîsînê bixwîne.