Jump to ratings and reviews
Rate this book

Homo #1

Sapiens: A Brief History of Humankind

Rate this book
From a renowned historian comes a groundbreaking narrative of humanity’s creation and evolution—a #1 international bestseller—that explores the ways in which biology and history have defined us and enhanced our understanding of what it means to be “human.” One hundred thousand years ago, at least six different species of humans inhabited Earth. Yet today there is only one—homo sapiens. What happened to the others? And what may happen to us? Most books about the history of humanity pursue either a historical or a biological approach, but Dr. Yuval Noah Harari breaks the mold with this highly original book that begins about 70,000 years ago with the appearance of modern cognition. From examining the role evolving humans have played in the global ecosystem to charting the rise of empires, Sapiens integrates history and science to reconsider accepted narratives, connect past developments with contemporary concerns, and examine specific events within the context of larger ideas. Dr. Harari also compels us to look ahead, because over the last few decades humans have begun to bend laws of natural selection that have governed life for the past four billion years. We are acquiring the ability to design not only the world around us, but also ourselves. Where is this leading us, and what do we want to become? Featuring 27 photographs, 6 maps, and 25 illustrations/diagrams, this provocative and insightful work is sure to spark debate and is essential reading for aficionados of Jared Diamond, James Gleick, Matt Ridley, Robert Wright, and Sharon Moalem.

512 pages, Paperback

First published January 1, 2011

Loading...
Loading...

About the author

Yuval Noah Harari

88 books40.2k followers
Yuval Noah Harari is an Israeli historian and philosopher. He is considered one of the world’s most influential public intellectuals working today.

Born in Israel in 1976, Harari received his Ph.D. from the University of Oxford in 2002. He is currently a lecturer at the Department of History at the Hebrew University of Jerusalem, and a Distinguished Research Fellow at the University of Cambridge’s Centre for the Study of Existential Risk. Harari co-founded the social impact company Sapienship, focused on education and storytelling, with his husband, Itzik Yahav.

Featured notes & highlights

Ratings & Reviews

What do you think?
Rate this book

Friends & Following

Create a free account to discover what your friends think of this book!

Community Reviews

5 stars
719,663 (54%)
4 stars
399,540 (30%)
3 stars
144,844 (10%)
2 stars
38,890 (2%)
1 star
22,907 (1%)
Displaying 1 of 1 review
Profile Image for nairyosangha.
15 reviews
Read
June 17, 2025
Silav ji we re, ez ê îro qala pirtûkeke binavûdeng bikim. Li ser vê pirtûkê gelek tez hatine nivîsîn, gelek rexne hatine kirin û di demek gelek kurt de gelek zimanan hatiye wergerandin. Pirtûka Sapiens ji aliyê Yuval Noah Harari hatiye nivîsîn û di sala 2011ê de hatiye weşandin. Pirtûk heya 100 rûpelê bi teorîyên meteryalîst ên werarê qala zayîna mirov dike. Ew diyar dike ku her çend di demekî de li cîhanê gelek nijadên mirovan ên wekî Homo Sapiens, homo eractus an neandertal hebûn jî, ji wan Homo Sapiens tenê maye. Sedema vê tiştê nizanibin jî wisa texmîn dikin ku homo sapiens bi saya têkiliya nav xwe de ji holê ranebûye. Jixwe serpêhatiya mirovî ya kelecanî jî piştî vê têkiliyê dest pê kiriye.

Piştî xwendina vê pirtûkê, em careke din têdigihin ku di dîrokê de mirov çiqasî zalim bûne û ji bo pereyan çi kirine. Em dibînin ku Spanîyan çawa şaristaniyên Amerîkaya Başûr ên bi hezaran salan ji bo zêran tarûmar kirine, welatên ewropayî çawa ji bo madenan êrîşî Hindistanê kirine, çawa zengintirîn axên dinyayê (Efrîka) kirine cihên herî feqîr. Pirtûk ji bo du sed salên dawîn jî şibandinek gelek nûwaze dike û dibêje dîn, ji bo mirov bên kedî kirin hatiye afirandin. Di dinyaya nûjen de olek nû derketiye. Navê olê kapîtalîzm e û xwedayê wê jî pere ye....

Ez ji bo xwe bibêjim heta 200 rûpelên pêşîn pirtûk gelek xweş diherikî, min di carekî de 200 rûpel xwend lê piştî 200 rûpelê seyra pirtûkê guherî. pirtûk heta 200 rûpelên pêşî bi awayekî objektîf û li gor zanistîyê dimeşiya lê piştî 200 rûpelê êdî nivîskar dixwest fikrê xwe empozeyê xwîneran bike. Piştî wê demê, ez jê pirtûkê sar bûm û bi awayekî dilşkestî min hewl da ku pirtûkê xilas bikim.

Ji bo 200 rûpelên pêşî bibêjim. Pirtûk, pirtûkek nestêle ye. Têra xwe xweş û agahîwar e. Ji serî de dixwazim behsa serfirazîya nivîskar bikim. Di pirtûkeke ewqas zanistî de mirov qet aciz nabe. Min bixwe 3 saet ser hev bi baldarî pirtûkê xwend. Jixwe dema em CV-a nivîskar dibînin, derketina pirtûkek wisa asayî dibe.

Di serî de pirtûk qala Bing-bangê û çêbûna gerdûn û dinyayê dike. Piştî hîn agahiyên kurt derbasî homo sapiensê (homo - mirov /sapiens - zîrek) dibe. Homo sapiens çi ye, ji ku hatiye, pêşî li ku çêbûye felan. Pirtûk bi taybetî balê dikşîne ser van mijaran: êrîşên homo sapiensê yên hezar salan, şoreş û werara wan. Her wiha pirtûk bi mijarên - serdestiya homo sapiensan li dij mirovên din, homo sapiens çawa cur-mirovên din kuştine- xwîneran dikşîne xwe. Tiştê ku min jê hez kir, bersiva van pirsan bû:
1- dînê pêşerojê zanist e?
2- homo sapiens çawa bû kujerê ekolojîyê?
3- homo sapiens çawa homoyên din ji holê rakirin?
4- sed hezar sal berê 6 cure mirov hebûn, niha tenê homo sapiens heye. dê pêşerojê de cureyek din bikeve dewsa me?
wekî din pirtûk qala Aryana jî dike û dibêje nijadê yekem a mirovahiyê nîjada Aryan e û zimanê Sanskrît e.

Pirtûk qala şoreşa neolîtîk, çandiniyê û şoreşa zanistîyê jî dike. Bi awayekî objektîf bi vegotinek pisporî me di nav agahiyan de winda dike. Lê divê neyê ji bîr kirin. Dema we xwend pêşî di hişê xwe de van pirsan bikin. Gelo ev rast e, çawa dibe. Li ser van mijaran vekolin û li gor xwe binirxînin.

Her wiha pirtûk qala dîn û netewan jî dike û dînan rexne dike. Tiştê bala min kişand li ser xrîstiyaniyê, bisilmanî û budayê gelek rexne hatiye kirin lê di derbarê cihûtîyê zêde tişt nehatiye gotin. Dibe ku tesîra cihûbûna nivîskar an jî tirsa xelkê xwe zêde qala cihûtîyê nekiribe. Bi kurtasî ez bidim hev pirtûk qala ji çêbûna mirovahiyê heta vêga dike. Dibe encama perspektîfeke nû ji me re. Ger ji min re bibêjin ez pêşnîyarê we dikim. Bixwînin û li gor xwe binirxînin û biramin ku mirov gihîştiye asta xwedayî an na?
Displaying 1 of 1 review