Şabaz
Tu dikarî vê gotarê ji gotara wekhev a almanî bi riya wergerê berfireh bikî.
Ji bo dîtina rêzikên wergerandinê pê li [nîşan bide] bike.
|
Şabaz an şahbaz | |
---|---|
Şabaz | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Aves |
Kom: | Falconiformes (an Accipitriformes, q.v.) |
Famîle: | Accipitridae |
Cins: | Accipiter |
Cure: | A. gentilis |
Navê zanistî yê latînî | |
Accipiter gentilis (Linnaeus, 1758) | |
Binecure | |
Accipiter gentilis albidus | |
Belavbûn zer: ferxkirin kesk:zîvirandê hindir sal hêşîn: zivistankirin. |
Şabaz, şahbaz an terlan (Accipiter gentilis), (bi îngilîzî Goshawk ku wateya wê bazê qaz), cureyekî baziyan (Accipiteridae) e. Zaneyarê swêdî Linnaeus cureyê şabazê şayes û danasîn kiribû sala 1758an di pirtûka xwe Systema naturae di bin navê zanistî (Accipiter gentilis) de.
Şayes
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Şabaz, ew balindeyê tewr mezintir di cinsê baziyan (Accipiter) de.[3] Dirêjiya şabazê nêr tevî baskên wî di navbera 89- 105 cm û dirêjiya şabazê mê tevî baskan, di navbera 108- 127 cm.[4] Giraniyê nêr di navbera 500 -1200 graman, lê giraniya mê di navbera 820 -2200 graman. Şabazê mê ji nêr bi gelemperî girse û girantir e. Baskên şabaz kurt û pan in. Dûvika wî dirêj û rengê wê qehweyî tarî an reş e. Kulabên wî tûj û hêzdar in. Rengê beşê jor ji laşê şabaz, hêşîn gewr e û beşê jêr sipî ye. Rengê şabazê ciwan an biçûk qehweyî di beşê jor û qehweyî vekirî di beşê jêr de. Rengê çavên şabazê biçûk zerê vekirî ne, lê rengê çavên şabazê mest pirtiqalî ne bi xizikên sipî.
Jîngeh
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Şabaz li daristanê ku darên wan kevnar in dijî û bi taybetî, çalakiyên mirovan lê hindik bin.[5][6]
Xwarin û nêçîrkirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Firindeyê Şabaz û guhandarên biçûk nêçîr dike gor guherîna ciyê daristanan. Lezbûn û hezdarî, alikariyê şabazê dike ji bo nêçîr kirinê. Li Amerîkayê bakur, şabaz dikanê werdeka kovî, qelereşkê amerîkanî, kergoşkê kovî bi solên berfîn û sihorê sor bixwe.[7][8][9] Lê nêçîrên din ji balindeyan ku şabaz dixwe, kotirî, kevok tîtav, kew, werdeka kovî, qaqlîbaz,darkutok, qijak, çûkê avê û gelek cureyên fîkarên bera gor herêmê belavbûnê.Nêçîrê şabazê ji guhandaran ew in: kerguh, kergoşkê kovî, sihorê daran, sihorê erdê, kojerê çîpmunk, cirdon, mişk, kûze û hinek guhandarên din. Bi gelemperî, şabaz nêçîrê canewerên ku ji wî biçûktir dike.[4] Herwiha,şabaz dikanê rawirên ku ji wî girstir bikuje weke qaz, rakûn, rûvî û kegoşkên koviyên girs.[4][10]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ BirdLife International (2012). "Accipiter gentilis". IUCN Red List of Threatened Species. Version 2012.1. International Union for Conservation of Nature. Roja gihiştinê 16 tîrmeh 2012.
- ^ "Avibase: Eastern Goshawk". avis.indianbiodiversity.org. Ji orîjînalê di 12 adar 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 19 tîrmeh 2013.
- ^ "Northern Goshawk". Birds of Quebec. Ji orîjînalê di 9 sibat 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 18 adar 2007.
- ^ a b c Raptors of the World by Ferguson-Lees, Christie, Franklin, Mead & Burton. Houghton Mifflin (2001), ISBN 0-618-12762-3.
- ^ Johnsgard, P. (1990). Hawks, Eagles, & Falcons of North America, Washington: Smithsonian Institution Press, ISBN 0-87474-682-5.
- ^ Squires, J., R. Reynolds (1997). Northern Goshawk. Birds of North America, 298: 2–27.
- ^ Smithers, B L; Boal, C W and Andersen, D E (2005). "Northern Goshawk diet in Minnesota: An analysis using video recording systems" (PDF). Journal of Raptor Research. 39 (3): 264–273.
{{cite journal}}
: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk) - ^ Lewis, Stephen B.; Titus, Kimberly; Fuller, Mark R. (2006). "Northern Goshawk Diet During the Nesting Season in Southeast Alaska" (PDF). Journal of Wildlife Management. 70 (4): 1151. doi:10.2193/0022-541X(2006)70[1151:NGDDTN]2.0.CO;2.
- ^ Accipiter gentilis – northern goshawk. Animal Diversity Web. University of Michigan
- ^ Northern Goshawk (Accipter gentilis). pauldfrost.co.uk
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Goshawk videos, photos & sounds Girêdana arşîvê 2016-04-05 li ser Wayback Machine on the Internet Bird Collection
- Northern Goshawk Species Account – Cornell Lab of Ornithology
- Northern Goshawk – USGS Patuxent Bird Identification InfoCenter
- Environment Canada Goshawk page, including sound clip of Goshawk Call Girêdana arşîvê 2009-05-15 li ser Wayback Machine
- Ageing and sexing (PDF; 5.4 MB) by Javier Blasco-Zumeta & Gerd-Michael Heinze Girêdana arşîvê 2012-03-17 li ser Wayback Machine
- Feathers of Northern Goshawk (Accipiter gentilis) Girêdana arşîvê 2014-05-17 li ser Wayback Machine
- The Medicine Bow National Forest (A Habitat for the Northern Goshawk) Girêdana arşîvê 2010-07-14 li ser Wayback Machine-Biodiversity Conservation Alliance
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |