Ewropaya Rojava
Ewropaya Rojava herêmeke erdnîgarî ya Ewropayêye ku herêmeke berfirehê li rojavayê Ewropayê vedigire. Hinek car rêjeya herêmê li gorî şert û mercan dikare were guhertin. Têgîna "Ewropaya Rojava" li Ewropayê bi "Ewropaya Rojhilat" re derketiye holê. Têgîn di destpêkê de li cîhana kevnar a Deryaya Navîn, Împeratoriya Romayê (hem rojavayî û hem jî rojhilatî) û ji bo "xirîstiyantiya" serdema navîn hatiye bikaranîn. Di Serdema Ronakbîrî û Şoreşa Pîşesaziyê de têgînên "Ewropaya Rojhilat" û "Ewropaya Rojava" zêdetir bi awayeke bi rêkûpêktir hatine bikar anîn. Ciyawaziya Ewropaya Rojava herî zêde di dema Şerê Sar de diyar bûye ku Ewropa di heyama 40 salan ji aliyê Perdeya Hesinî ve di dema Şerê Sar de di navbera Bloka Rojava û Bloka Rojhilat de hatiye dabeş kirin.[1] Ev beşên dabeşkirî her yek ji aliyê pergalên siyasî û aborî yên cihêreng ve hatine diyarkirin.[2]
Tuxîbên Ewropya Rojava bi eşkirayî wan welatan vedigirit ko li dema Şerê Cîhaniyê Duyê û Şerê Sar nekevtin bin destê Yekîtiya Komarên Sosyalîstî yên Şêwirdar, aboriya wan aboriyeka sermayedarane bû.
Hindek welatên pîşesaz yên ko li dema Şerê Cîhaniyê Duyê an jî li dema Şerê Sar bêalîbûna xwe parast bû ji aliyê zaravenasiyê ve nakevin nav rêza welatên Ewropaya Rojhilat, bila ji aliyê cihnasiyê (cografiyê) ve jî li rojavaya Ewropayê bin.
Welatên ko bi awayekê rastûrast bi vî zaravî pênas dibin ew welat in ko sîstema siyasî ya wan li ser bingehê lîberalîzm û aboriya sûka azad hatiye avakirn.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ ""What Is Eastern Europe? A Philosophical Approach"".
- ^ "Key factors in the start of the Cold War upto 1955 - Reasons for the Cold War - Higher History Revision". BBC Bitesize (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 18 çiriya paşîn 2024.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |