Nîkolay Basov
Nîkolay Basov | |
---|---|
Navê rastî | |
Jidayikbûn | 14 kanûna pêşîn 1922 |
Mirin | 1 tîrmeh 2001 Mosko |
Cihê goristanê | goristana Novodevîçye |
Hevwelatî | Russian Socialist Federative Soviet Republic, Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst, Rûsya |
Perwerde | |
Pîşe |
|
Meqam | |
Partiya Siyasî | |
Hevjîn | |
Zarok | |
Xelat |
|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Nîkolay Gennadiyevîç Basov (bi rûsî: Николай Геннадиевич Басов); jdb. 14ê kanûna pêşîn a 1922an li Uzman; m. 1ê tîrmeha 2001ê li Mosko) fîzîknasekî navdar ê rûs bû. Sala 1964 Xelata Nobel a fîzîkê wergirt.
Jiyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Basov di malbateke akademîker de mezin bûye. Bi derketina şerê cîhanê yê II. re diçe akademiya leşkeriyê, li wir sala 1943 dibe serbazê tenduristiyê. Dûv re wekî alîkarê bijîşkiyê tevlî şerê parastina Rûsyayê dibe.
Sala 1946ê dest bi perwerdeya fîzîkê dike li Moskoyê. Sala 1950 bidawî dike. Li Enstîtuya Lebedev bi tevî Mîxaîl Leontovîç û Aleksander Proxorov dest bi lêkolînan dike.
1958 heya 1972 cihgirê serokê heman înstîtutê, ji 1973 heya 1988 jî gerînde ye.
Ew redaktoriya giştî ya kovara Kvantovaya Elektronîka („Elektronîka qûantan“) dike, herwiha ya Soviet Journal of Laser Researchjî. Ew dixwaze zanist û hezkirina zanistiyê belav bibe, fêhmkirina wê hêsantir bibe û xelk jî tevlî bibe.
Ji sala 1967 ve gerindetiya weşana kovara Prîroda („Xweza“), ji sala 1978 ve serokatiya civaka Snaî dike
Sala 1950 marî dibe (dizewice) û du lawên wî dibin.
Xebat û girîngî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]1964 bi tevî Charles Hard Townes û Aleksander Proxorov bi Xelata Nobel a fîzîkê tê xelatkirin. Lewra wî lêkolînên girîng di warê elektronîka qûantan de kiribû.
Xelat û paye
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1959 Xelata Lenîn bi tevî Aleksander Proxorov
- 1964 Xelata Nobel a fîzîkê
- 1969 û 1982 Lehengê xebata sosyalîst
- 1977 Volta-Pokal a civaka fîzîkhezên îtalî
- 1989 Xelata dewletê ya YKSS
- 1989 Lomonosov-Zêrpokal a akademiya zanistiyê ya Rûs
- Pênc car tê xelatkirin bi Nîşana Lenîn
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- O. Krokhin: Obituary Nikolai Gennadievich Basov. Di: Physics Today. Bend 55, 2002, Nr. 10, S. 68–70.
- Lexikon der bedeutenden Naturwissenschaftler - Leksiyona zanistên xwezayê yên navdar. Bend 1, Heidelberg, 2007, S. 116–117.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |