-ê
Xuyakirin
Paşgir
[biguhêre]-ê
- Paşgira navdarên mê yên tewandî ye.
- Av → Avê vedixwim.
- Sêv → Sêvekê bixwe.
- Mala wê (ew + -ê).
- Jîyan → Jîyanê çi got?
- Paşgirek e bo peyvên yekjimar yên zayendnêr dema nomînek (cînavek / navdêrek / rengdêrek) diyarker li dû wê peyvê bêt.
- Kurrê wî.
- Mêrê Fatmayê.
- Dîwarê kevn.
- Paşgira bangkirina li kesên yan tiştên zayendmê ye.
- Herwiha: -êy (bi devokî)
- Keçê, ka were!.
- Yarê, te ez helandim.
- Di hin devokan de paşgira pirrjimariyê ye dema diyarkerek bide dû peyv sereke.
- Min du defterê nû hene lê min ji bîr çend pênûsê din jî ji xwe re bikirrim.
- Paşgireke li şûna wî/wê
- paşê (paş wî/wê)
- li serê (li ser wî/wê)
- Ev şeve dereng şev herre dergehê wî biqute û bêjê (bibêje wî): Birayê Remezan, min êkê kuştî û eve şurtehê li dîf mi ve dê mi girin yan ew neyarê'd min il dîf mi ve dê mi kujin û mi divêt ev şeve tu bi min xwedan kî heta saharê.
- Ev şeva gotê (gote wî) seet dozdeh tu dê çî mala wan bêjî babê minê gotî he ehe bila bête vêrê. — (Unger, Christopher, 2012, Badini Kurdish modal particles dê and da: procedural semantics and language variation)
- Li dawiya bangnîşanan û lêkerên di rewşa bilanî/fermanî de tê danîn; nexasma bo mêzayan.
- porkurrê, xwedênehêştê
Destê xwe rakir ku xwe nîşan bidiyê
Ka pê lê ke û deng bidayê
Min diya te gayê!
- porkurrê, xwedênehêştê
Bide ber
[biguhêre]Binere herwiha
[biguhêre]Jê
[biguhêre]Etîmolojî
[biguhêre]Raman 1: Ji forma berê û devokî *-a, di zazakî û devokên Berferatî de hê /a/ ye, hevzaya -a (îzafe). a ji berê ve di zimanikên îranî de ramanika mêzahiyê dide.
Raman 2: Hevreha -î, soranî -î, farisî -i, pehlewî -ê, farisiya kevn -ehye, avestayî -ehie ji zimanên îranî.
Raman 3: Ji *-a, ji *-ay, bi heman awayê Raman 1. Di zimanên din ên kurdî de guherrîna /a/ên dawîn > /e/ çêbûye li şûna /a/ > /ê/. Hevzaya farsiya klasîk ـﺎ (-a) (bêzayend), soranî ـە (-e) (bêzayend), zazakî -e (mê).
Raman 4: Kurtkirina -ên di vegotina rojane de.
Raman 5: Hevzaya soranî ـﯽ (-iy, -î) lê wek kurtkirina wî/wê di vegotina rojane de bi kar tê.