Here naverokê

Alp

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Çiyayên Alpê

Dîtina Çiyayên Alpê ji esmanê.
Çiyayê herî bilind Mont Blanc (4.808 m)
Dirêjayî 1.200 km
Firehî 250 km
Qada rûerdê 190.000 km2
Cih Monako, Fransa, Swîsre, Îtalya, Liechtenstein, Almanya, Awistirya û Slovenya
Zincîreçiya Kembera Alpîn
Koordînat 46°34′41″Bk 8°36′54″Rh / 46.5781°Bk 8.615°Rh / 46.5781; 8.615

Nexşeya Çiyayên Alpê
Cure Zincîreçiya

Alp an jî Çiyayên Alpê yek ji rêzeçiyayên herî bilind û berfireh li Ewropayê ye ku dirêjahiya wî bi qasî 1.200 km ye, bi ser heşt welatan (ji rojava ber bi rojhilat ve) Monako, Fransa, Swîsre, Îtalya, Liechtenstein, Almanya, Awistirya û Slovenyayê dirêj dibe. Çiyayên Alpê li qadeke bi qasî 207.000 kîlometre çarçik berfireh e ku bi berfirehiya qadî çiyayê herî berfireh û çiyayê herî mezin ê Ewropayê ye.

Kembera Alpîn ji Nice li rojavayê Deryaya Navîn heya Trieste li Deryaya Adriyatîk û ji Viyanayê li destpêka Hewzeya Panonî (Pannonian Basin) dirêj dibe. Çiyayên Alpê ji heyama deh milyon salan pêk tê û ber lihevketina lewheyên tektonîk yên Afrîka û Ewrasyayê li qadeke berfireh û dirêj bilind bûye. Lihevketina her du lewheyan dibe sedema bilindbûna kevirên tort ên deryayî (marine sedimentary rocks) ku lûtkeyên çiyayên bilind ên mîna Mont Blanc û Matterhorn çêdibin.

Mont Blanc ku li ser sinorê Fransa û Îtalyayê ye bi qasî 4.809 metre bilind bûye û çiyayê herî bilind ê çiyayên Alpê ye. Qada Herêma Alpîn ji 128 lûtkeyan pêk tê ku lûtkeyên ji 4.000 metre bilindtir vedihewîne.

Bilindahî û mezinahiya rêzeçiyayê bandorê li avhewaya li Ewropayê dike ku li çiyayan asta baranê pir diguhere û şert û mercên avhewayî ji herêmên cuda pêk tên. Heywanên kovî yên wekî pezkoviyan (Rupicapra rupicapra) li lûtkeyên bilind ên ku bilindahiya lûtkeyên digihîje 3.400 mêtreyê têne dîtin û nebatên wekî edelweiss (Leontopodium nivale) li deverên zinarîn ên li bilindahiyên jêrîn û her weha li bilindahiyên jorîn têne dîtin.

Belgeyên bicibûna mirovî ya li Alpê vedigere serdema paleolîtîk. Di sala 1991ê de li ser sinorê Awistirya û Îtalyayê laşê mirovekî mûmyakirî ku dîroka laşî wî heya 5000 sal berê diçe hatiye dîtin.[1]

Di sedsala 6ê b.z. de çanda keltîk a La Tène bi awayekê baş li herêmê bi cih bûye. Hannibal bi taybetî bi keriyek fîlan re derbasî Alpê bûne û niştecihên romayî li herêmê bi cih bûne. Di sala 1800an de Napoleon bi artêşek ku ji 40.000 kesan pêk hatiye di derbasokeke çiyayî ve çiyayê derbas dibe. Di sedsalên 18 û 19an de çiyayên Alpê şahidiya hatina nivîskar û hunermendan bi taybetî şahidiya romantîstan dike ku bi vê yekê serdema zêrîn a Alpê dest pê dike ku çiyageran dest bi hilkişîna lûtkeyên Alpê kirine.

Herêma Alpê xwedî nasnameyeke çandî ya bi hêz e ku kiryarên kevneşopî yên wekî cotkarî, penîrvanî û karê daran hê jî li gundên Alpê berdewam dikin.

Lîstikên olîmpiyad ên zivistanê li Alpên Swîsre, Fransa, Îtalya, Awistirya û Almanyayê hatine lidarxistin. Ji sala 2010an vir ve li herêmê 14 milyon mirov kes dijîn û salane 120 milyon kes serlêdana herêmê dikin.

Etîmolojî û toponîmî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navê latînî ya Alpes dibe ku ji peyva albus ("spî") were yan jî dibe ku ji xwedawenda yewnanî Alfîto (Alphitó) were ku navê wê bi alphita "arê spî" re têkildar e. Peyva ji alphos, cemidandineke spî ya lal, herî dawî dibe ku navê ji peyveke proto-hind û ewropî ya albʰós hatiye. Nav bi heman awayî ji xwedawendê çeman ji Alpheus jî tê texmînkirin ku ev peyv ji peyva alphos a yewnanî tê û tê wateya rengê spî.

Di zimanên nûjen de têgîna alp, alm, albe an alpe ravekirina lûtkeyan nîne ravekirina alpê ye ku di bin cemedan de maye.[2]

Navê Alpê bi gelemperî herêma mêrga çiyayekî bilind ravedike ku bi gelemperî li nêzîk an li jorê rêza daran e ku di mehên havînê de dewar û heywanên din ji bo çêrandinê têne birin û li wir holîk û embarên hêşînahiyê têne çêkirin ku carinan li wir gundikên piçûk têne avakirin. Ji ber vê yekê vegotina navê "Alp"ê ku tê zanîn bahse çiyayan dike gotineke şaş e. Peyva lûtkeyên çiyayan li gor netewe û zimanan diguhere ku peyvên wek Horn, Kogel, Kopf, Gipfel, Spitze, Stock û Berg li herêmên almanîaxiv têne bikaranîn; Mont, Pic, Tête, Pointe, Dent, Roche û Aiguille li herêmên fransîaxiv û Monte, Picco, Corno, Punta, Pizzo, an Cima li herêmên îtalîaxiv têne bikaranîn.

Dîtinek ji nexşeya erdnîgariya Alpê ku ji Fransa li başûr û rojava heta Slovenya li rojhilat û ji Monaco li başûr heya Almanya li bakur bi kemberek dirêj dibe.

Çiyayên Alpê taybetmendiyek erdnîgarî ya Ewropaya Navendî ye ku ji rojhilat ber bi rojava ve bi mileke 800 kîlomêtre dirêj e û bi firehî 200 kîlomêtre jî berfireye. Bilindahiya navînî ya lûtkeyên Alpê 2.500 mêtre ye. Zincîreçia ji Deryaya Navîn, ki bakurê Hewza Po dirêj dibe, ji Grenoble heya Fransa û ber bi rojhilat ve heya herêma navendî û başûrê Swîsreyê dirêj dibe. Zincîreçiya ber bi Viyana, Awistiryayê û ji başûrê rojhilat heya Deryaya Adriyatîkê û Slovenyayê berdewam dike.

Li aliyê başûr çiya dikeve bakurê Îtalyayê û li bakur jî digihîje sinorê başûrê Bavariyaya Almanyayê. Li herêmên wekî Chiasso, Swîsre û Allgäu, Bavarya, veqetandina di navbera zincîreçiya û deştan de diyar e û li cihên din ên wekî Cenevre sinorên di navbera deşt û çiyê de kêmtir diyar dibe.

Welatên ku Çiyayên Alpê li ser axa wan berfireh bûye ev in: Awistirya (%28,2 ji qada çiyê), Îtalya (%27,2), Fransa (%21,4), Swîsre (%13,2), Almanya (%5,8), Slovenya (%3,6), Liechtenstein (%0,08) û Monaco (%0,001).[3]

Beşa herî bilind a kembera alpê li aliyê başûr ji Mont Blanc heya Matterhorn û Monte Rosa ji aliyê geliyê qeşayî ya Geliyê Rhôneyê ve hatiye dabeşkirin û li aliyê bakur ve jî ji aliyê Alpên Bernê ve hatiye dabeşkirin. Çiyayên li beşa rojhilatê zincîreçiyê, li Awistirya û Slovenya, ji beşên li beşên navendî û rojavayî piçûktir in.

Çiyayên herî bilind ên Alpên Rojavayî û Alpên Rojhilatî bi rêzê ve Mont Blanc, bi bilindahiya 4.810 mêtre û Piz Bernina bi bilindahiya 4.049 mêtre ji çend lûtkeyên herî bilind ên Alpê ne. Duyem lûtkeyên mezin ên herî bilindê Alpê Monte Rosa, bi bilindahiya 4.634 mêtre bilind e û Ortler bi bilindahiya 3.905 mêtre lûtkeyên bilind ên Alpê ne.

Rêzek ji rêzeçiyayên jêrîn bi zincîra sereke ya Alpê re paralel berdewam dikin ku di nav de Prealpsên fransî li Fransa û Çiyayê Jura li Swîsre û Fransa heye. Zincîra duyemîn a Alpê ji Deryaya Navîn heya Wienerwaldê berdewam dike ku di ser gelek lûtkeyên herî bilind û naskirî yên Alpê ve derbas dibe. Berî ku berê xwe bide bakurê rojava û piştre li nêzîkî Colle della Maddalena, ber bi bakur ve here ji Colle di Cadibona heya Col de Tende rêzeçiya ber bi rojava ve berdewam dike. Dema ku rêzeçiya digihîje sinorê Swîsreyê xeta zincîra sereke ber bi rojhilatê bakur û ber bi rojhilat ve diçe û heya dawiya rêzeçiyayê ya li nêzîkî Viyanayê berdewam dike.[4]

Dawiya bakurê rojhilatê kevana Alpê, rasterast li ser Çemê Dunayê ku diherike Derya Reş, li Leopoldsberg li nêzîkî Viyanayê ye. Berevajî vê aliyê beşa başûrê rojhilatê Alpê li ser Deryaya Adriatîk li devera li dora Triesteyê, ber bi Duino û Barselonayê ve diqede.[5]

Çiyayên herî bilind ên Alpê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Federasyona Çiyagerî û Çiyageriyê ya Navneteweyî lîsteya 82 lûtkeyên "fermî" yên Alpê diyar kiriye ku bilindahiya van lûtkeyên digihîje 4.000 mêtreyê.[6] Di lîsteyê de ne tenê çiya hatine diyarkirin di heman demê de lûtkeyên jêrînên ku wekê lûtkeyên girîng ên çiyageriyê hatine hesibandin jî di lîsteyê de hene. Li jêr 29 lûtkeyên "çar-hezar" mêtreyê ku bi dirêjahiya 300 mêtre qada hilkişînê ku wekê cihê girîng ê çiyageriyê hatine destnîşankirin hatiye diyarkirin hene.

Dema ku li Mont Blanc yekem car di 1786an de û li Jungfrau di sala 1811an de hilkişîn pêka hatiye piraniya lûtkeyên çar-hezarên Alpê di nîvê duyem a sedsala 19an de hilkişîn pêk hatiye ku bi taybetî Piz Bernina (1850), Dom (1858), Grand Combin (1859), Weisshorn (1861) û Barre des Écrins (1864) ku bi hilkişîna Matterhorn a di sala 1865an de dawiya serdema zêrîn a alpinîzmê nîşan dide. Karl Blodig (1859–1956) di nav kesên pêşîn de bû ku bi awayeke serkevtî hilkişîna serê lûtkeyên bilind ên 4000 mêtreyê pêk anîbû. Karl Blodig di sala 1911an de rêza hilkişînên xwe li Alpê qedandiye. Her çiqas li çiyayên wekî Mont Pelvoux (1848), Monte Viso ( 1861) û La Meije (1877) ku pir dereng hilkişîn pêk hatibe jî di destpêka sedsala 19an de li gelek lûtkeyên sê-hezarên Alpê hilkişîn pêk hatiye nemaze li çiyayên wekî Grossglockner (1800) û Ortlerê (1804) hilkişîn pêk hatiye.

Yekem hilkişîna Mont Blancê ji aliyê çiyagerekî mêr ve di sala 1788 de pêk hatiye û hilkişîna yekem a çiyagereke jin di sala 1808an de pêk hatiye. Di nîvê sala 1850an de çiyagerên swîsreyî hilkişîna piraniya lûtkeyan pêk anîne. Edward Whymper di sala 1865an de (piştî heft hewildanan) gihîştiye serê Matterhornê û di sala 1938an de ji şeş rûyên bakur ên mezin ên Alpê bi hilkişîna yekem a Eiger Nordwand (li rûyê bakurê Eiger) re hilkişîn pêk hatiye.

Li jêr lîsteya 29 Çiyayên Alpê ya bi bilindahiya çar-hezar mêtreyê hatiye lîstekirin ku xwedî girîngiyên topografîk in.[7]
Nav Bilindî Nav Bilindî Nav Bilindî
Mont Blanc 4.810 m (15.781 ft) Grandes Jorasses 4.208 m (13.806 ft) Barre des Écrins 4.102 m (13.458 ft)
Monte Rosa 4.634 m (15.203 ft) Alphubel 4.206 m (13.799 ft) Schreckhorn 4.078 m (13.379 ft)
Dom 4.546 m (14.915 ft) Rimpfischhorn 4.199 m (13.776 ft) Ober Gabelhorn 4.063 m (13.330 ft)
Lyskamm 4.532 m (14.869 ft) Aletschhorn 4.194 m (13.760 ft) Gran Paradiso 4.061 m (13.323 ft)
Weisshorn 4.505 m (14.780 ft) Strahlhorn 4.190 m (13.747 ft) Piz Bernina 4.048 m (13.281 ft)
Matterhorn 4.478 m (14.692 ft) Dent d'Hérens 4.173 m (13.691 ft) Gross Fiescherhorn 4.049 m (13.284 ft)
Dent Blanche 4.357 m (14.295 ft) Breithorn 4.160 m (13.648 ft) Gross Grünhorn 4.043 m (13.264 ft)
Grand Combin 4.309 m (14.137 ft) Jungfrau 4.158 m (13.642 ft) Weissmies 4.013 m (13.166 ft)
Finsteraarhorn 4.274 m (14.022 ft) Aiguille Verte 4.122 m (13.524 ft) Lagginhorn 4.010 m (13.156 ft)
Zinalrothorn 4.221 m (13.848 ft) Mönch 4.110 m (13.484 ft)

Erdnasî û orojenî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dema ku xwezaparêzan di sedsala 18an de dest bi lêkolîna zinarên Alpê dikin têgehên jeolojîk ên girîng hatine çêkirin. Di nîvê sedsala 19an de têgeha jeosenklinal ji bo ravekirina hebûna zincîreyên çiyayên "pêçandî" hatiye bikar anîn. Ev teorî di nîvê sedsala 20an de bi teoriya tektonîkên plaqeyan hatiye guhertin.

Çêbûna Alpê (Orojeniya Alpê) pêvajoyeke epîsodîk bû ku nêzîkî 300 milyon sal berê dest pê kiriye. Di Serdema Paleozoîk de superparzemîna Pangeayê ji yek plakeya tektonîk pêk dihat ku di Serdema Mezozoîk û Deryaya Tetîsê de ku di navbera Lawrasya û Gondwana de di serdema Juraiyê de pêşketiye, ew perçe perçe bûye. Tetîs paşê di navbera lewheyên ku li dikevin asê dimîne û dibe sedema çêbûna rêzeçiyayên bi navê kembera alpînê ku ji cîbraltarê bi rêya hîmalayan heya Îndonezyayê dirêj dibe pêvajoyek e ku di dawiya mezozoîkê de destpêdike û heya niha berdewam kiriye. Çêbûna Alpê parçeyek ji vê pêvajoya orejenîk bû ku ji ber lihevketina di navbera lewheyên Afrîka û Ewrasyayê de ku di Serdema Krîtasya dereng de dest pê kiriye.

Çiyayên dolomîtîk ên Parka Neteweyî ya Triglavê li Alpên Julian

Çiyayên zinarîn ên bilind ên Alpê di bin zexta zexm ên ji ber şidandina ku di navbera herdû plakeyên tektonîk de diqewimin, kevir ên tort ên deryayî bilind dibin û kembera alpê çiyayên bilind ên Alpê çêdibin. Di heman demê di navbera her dû plakeyên tektonîk de şikestekek li ser hev hatiye çêkirin. Ji ber ku lûtkeyên bilindbûyî tûşî erozyonê dibin tebeqeyek ji tortên filîşê yên deryayî li hewza pêşîn rutinin û bi pêşketina orojeniyê re careke din ev tort bi tebeqeyên şaxşaxî bi pêşketina orojeniyê re bilind dibin. Ji ber bilind bûna domdar daketinên mezin û erozyona paşê li herêmên pêşiyê yên li bakurê Alpê hatine kom kirin. Ev yek li herêmên li Swîsre û Bayeryayê gelek pêşevtî ne ku nimûneyên klasîk ên filîşan hene ku kevirê xwemalî ne û ji dema avakirina Alpê ve maye.

Tortên Tetîn ên metamorfozkirî û jêrzemîna wan a okyanûsê ya çiyaya Matterhornê (li sinorê Îtalya û Swîsreyê).

Orojeniya Alpê heya çerxên domdar ên ber bi Paleojenê ve diqewime û dibe sedema cûdahiyên di awayiyên pêçandî de, digel orojeniya qonaxek dereng dibe sedema pêşveçûna Çiyayên Jurayê. Rêzeke bûyerên tektonîkî yên di serdemên Trîasî, Jurasî û Kretasê de bûne sedema herêmên cuda yên paleogeografîk. Alp ji aliyê lîtolojiyên cihêreng (pêkhatina kevir) û awayiyên napê ve li gorî bûyerên orojenîkî yên ku bandor li wan kiriye têne dabeş kirin.[8] Dabeşa jeolojîk alpên rojavayî, rojhilatî û alpên başûr cuda dike ku li bakur Helvetikum, li navendê pergala Penninikum û Awistroalpîn û li başûrê Deryaya Periadriatîkê, pergala alpên başûr heye.

Li gorî erdnas Stefan Schmid, ji ber ku alpên rojavayî di Serdema Senozoyîk de bûyereke metamorfîk derbas kiriye dema ku lûtkeyên Awistroalpine di Serdema Kretaseyê de bûyerek derbas kiriye ku her du dever di pêkhateyên napê de cûdahiyên cûda nîşan didin. Depoyên filîşên li alpên başûr ên Lombardiyayê dibe ku di Serdema Kretaseyê an paşê de çêbûne.

Li Fransa, Îtalya û Swîsreyê lûtkeyên "herêma Houillière" bi bingeha tortên ji Serdema Mezozoyîk pêk tê. "Masîf"ên bilind ên bi tortên deryayî li alpên rojavayî pirtir in û di bin bandora devdana qalikên tenikê di Serdema Neojenê de bûn lê li alpên rojhilatî masîfên lûtkeya bilind kêm in. Bi heman awayî lûtkeyên li rojhilatê Swîsreyê ku berbi rojavayê Awistiryayê ve dirêj dibin (nepekên helvetîk) ji tortên kevin ên ji qalika tenikê ku ji kevirê jêrzemînê berê veqetiyaye pêk tê.

Çiyayê herî bilind ê Masîfa Vanoise ya li Alpên Graianya li Savoie, Fransa ye ku li ser sinorê Îtalya û Fransayê ye.

Bi awayeke diyar kivşe ye ku Çiyayê Alpê ji tebeqeyên kevirên ku bi koka ji kevirên ewropî, afrîkî û ji kevirên okyanûsê ye (Tetyan) pêk tê. Awayê napê ya jêrîn bi koka xwe ewropî ya parzemînî ye ku li jora wê napên deryayî yên hatine çikandin ku bi napên ku ji plakaya afrîkî hatine hilanîn têne ser hev. Matterhorn mînakek orojeniya domdar e û delîlên tebeqeyên mezin ên li ser hev nîşan dide. Tebeqeyên serê çiyê ji gnaysên ji plakaya Afrîkayê pêk tê ku bingeha lûtkeyê, kevirên binê qada cemedê pêk tîne. Kevirê binerda Alpê ji kevirên ewropî pêk tên. Rêza tortên deryayî yên Tetyanê û binê wan ê okyanûsê di navbera zinarên ku ji aliyê lewheyên afrîkî û ewropî ve hatine çêkirin hatine şidandin.

Herêmên bingehîn ên kembera orojenîkî ya Alpê bi rengê ku hatine qatkirin û şkandin ku erozyona lûtkeyên asê yên asayî yên Alpê yên Swîsreyê dide nîşan ku rasterast ji deverên pêşiyê bilind dibin. Çiyayên wekî Mont Blanc, Matterhorn û lûtkeyên bilind ên li Alpên Pennine, Briançonnais û Hohe Tauern ji qatên zinaran ên ji orojeniyên cihêreng ku di nav de rûdanên kevirên jêrzemînê pêk tên hatine çêkirin.

Ji ber bêîstîqrariya jeolojîk a ku her dem berdewam e erdhejên li çiyayên Alpê heya roja îro dewam dikin.[9] Bi gelemperî, erdhejên herî mezin ên li çiyayên alpê li gorî pîvana Richterê di navbera 6 û 7 pîvangan de ye.[10] Lo gorî pîvanên jeodezîk bilindbûnên topografî ya berdewam a Alpê bi rêjeyên bi qasî 2,5 mm di salê de li alpên bakur, rojava û navîn û salê nêzîkî 1 mm jî li alpên rojhilat û başûrê rojava nîşan dide.[11] Mekanîzmayên bingehîn ên ku bi hev re şêwaza bilindbûnê ya îro dimeşînin, ji ber helîna qeşayê ya herî paşîn an erozyona demdirêj a vegera isostatîk ku veqetandina tebeqeya bin-avkirî ya alpên rojavayî, veguheztina mantoyê û her weha lihevhatina horizontî ya domdar di navbera Afrîka û Ewropayê de ye lê beşdariyên wan ên têkildar di bilindbûna Alpê de dijwar e ku were hejmartin û îhtîmal heye ku di warê cih û zemanê de pir cûda bibin.[11]

  1. ^ "Ötzi the Iceman, Museum of Archaeology Bolzano". web.archive.org. 1 çiriya pêşîn 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 1 çiriya pêşîn 2023. Roja gihiştinê 21 tebax 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ "Maurus Servius Honoratus, Commentary on the Aeneid of Vergil, SERVII GRAMMATICI IN VERGILII AENEIDOS LIBRVM DECIMVM COMMENTARIVS., line 13". web.archive.org. 6 çiriya paşîn 2021. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 6 çiriya paşîn 2021. Roja gihiştinê 21 tebax 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ "Alpine Convention - The Convention - The Alpine Convention in a nutshell - The Alps - Home". web.archive.org. 25 îlon 2018. Ji orîjînalê di 25 îlon 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 22 tebax 2024.
  4. ^ "Alps | Map, Mountaineering, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). 15 tebax 2024. Roja gihiştinê 22 tebax 2024.
  5. ^ "Das Triestiner Küstengebiet – Die Alpen" (bi almanî). Roja gihiştinê 22 tebax 2024.
  6. ^ "Lîsteya çiyayên bilind ên Alpê" (PDF). Ji orîjînalê (PDF) di 7 adar 2010 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 22 tebax 2024.
  7. ^ "4000 m Peaks of the Alps". Bielefeldt.de. 6 tîrmeh 2010. Ji orîjînalê di 22 nîsan 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 9 tebax 2012.
  8. ^ Schmid, Stefan M.; Fügenschuh, Bernhard; Kissling, Eduard; Schuster, Ralf (1 gulan 2004). "Tectonic map and overall architecture of the Alpine orogen". Eclogae Geologicae Helvetiae (bi îngilîzî). 97 (1): 93–117. doi:10.1007/s00015-004-1113-x. ISSN 1420-9128.
  9. ^ "SED | Earthquakes and the Alps". web.archive.org. 3 sibat 2019. Ji orîjînalê di 3 sibat 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 25 tebax 2024.
  10. ^ "The largest earthquakes in the Alps". www.seismo.ethz.ch. Roja gihiştinê 25 tebax 2024.
  11. ^ a b Sternai, Pietro; Sue, Christian; Husson, Laurent; Serpelloni, Enrico; Becker, Thorsten W.; Willett, Sean D.; Faccenna, Claudio; Di Giulio, Andrea; Spada, Giorgio; Jolivet, Laurent; Valla, Pierre; Petit, Carole; Nocquet, Jean-Mathieu; Walpersdorf, Andrea; Castelltort, Sébastien (1 adar 2019). "Present-day uplift of the European Alps: Evaluating mechanisms and models of their relative contributions". Earth-Science Reviews. 190: 589–604. doi:10.1016/j.earscirev.2019.01.005. ISSN 0012-8252.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]